
Ber Bi Bakûrê Kurdistanê Ve!
Aniha bi sedan çalakvanên aştîxwaz ên Karwana Gelan Ji Bo Parastina Mirovatiyê (Peoples Caravan to Defend Humanity) ji gelek welatan bi erebeyên xwe ji hemû aliyên Ewrûpayê ve tên û her ku diçe zêde dibin. Em jî banga we dikin: Siwarî balafiran bibin û tevlî karwanê bibin! Bi balafir herin Bakûrê Kurdistanê, aliyê rojhilata dewleta Tirkiye! Çavên xwe negrin, herin ber bi sînora Tirkiye û Sûriye ve!
Em wek rêxistinên Ewrûpî banga ciwan, jin, hunermend, rojnamevan, çalakvanên aştiyê û endamên rêxistinên navnetewî û mirovî dikin, ber bi Bakûr ve bifrin. Li wir piştgiriya berxwedana Bakûr bidin ku li dijî şer pêş ketiye û demildest vekirina sînoran daxwaz dike.
Hun jî agahî û nûçeyên ji wir bigihînin Ewrûpa û cihanê û bi vî awayî hesab ji dewletan bipirsin. Ji ber ku Tirkiye, Ewrûpa û Rojavayê Cihanê hevkarên vî şerî ne! Eger em ji binî ve dext li ser wan nekin, wê şerê xwe bidomînin.
Karwan bi erebe û balafir xwe digihîne Bakûr û di dawiyê de xwe digihîne Kobanê jî. Gelê Bakûr bi dehan salan berxwedana li dijî metingerî û bindestî xurt dike. Hem li çiya, hem jî di nav bajaran de – civaka wir dizane çawa ber xwe bide û çawa bi ser bikeve.
Tevlî Karwana Ber Bi Kobanê bibin û pişta protestoyên Kurdistanê bigrin!
Peywendî:
Hun difikirin biçin ango we biryar da? Ji kerema xwe bi reya Signal ji “@karavannorth.11” binivîsînin an jî peyama mailê ji KobaneCaravan@proton.me re binivîsînin!
